Êrîş li ser bingeha "Vîktorya" ya Amerîkayê li nêzî firokxaneya Bexdayê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bingeheke serbazî ya Amerîkayê li nêzî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê bi dronan hat armancgirtin. Grûpa "Seraya Ewliya Ed-Dem" berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Serê sibêya îro Çarşemê, 4ê Adara 2026an, Bingeha Serbazî ya Vîktorya ku wek navendeke piştgiriya lojîstîk a Balyozxaneya Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan li nêzî firokxaneya Bexdayê tê bikaranîn, rastî êrîşeke dronî hat.
Li gorî dîmenên vîdyoyî û zanyariyên jêderên ewlehiyê, dûmaneke reş ji hundirê bingeha serbazî bilind bûye. Ev yek nîşan dide ku êrîş gihîştiye amanca xwe û di encamê de şewat û ziyanên madî di nav bingehê de çêbûne. Piştî êrîşê, sîstema berevaniya asmanî ya Amerîkayê (C-RAM) hat çalakkirin û dengê zengilên hişyariyê li seranserê firokxaneyê hat bihîstin.
Grûpa çekdar a bi navê "Seraya Ewliya Ed-Dem" bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û ragihand ku êrîş bi çendîn dronan hatiye pêkanîn. Grûpê diyar kir, ev êrîş wek bersivekê ji bo kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û ji bo piştgiriya "Eniya Berxwedanê" hatiye kirin.
Heta niha rayedarên Amerîkî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê derbarê qebareya ziyanên canî de daxuyaniyeke fermî belav nekirine. Lê belê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li derdora firokxaneyê ketine rewşa awarte û li deverên nêzîkî Bexdayê dest bi operasyona lêgerîna cihê avêtina dronan kirine.