Amerîkayê nasnameya 4 serbazên xwe yên li Kuweytê hatine kuştin aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê nasnameya çar serbazên xwe yên ku di şerê ligel Îranê de hatine kuştin aşkere kir. Di heman demê de, rêveberiya Donald Trump hişyarî da ku bi gurbûna şer re, dibe ku hejmara qurbaniyên Amerîkî zêdetir bibe.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagonê) ragihand, roja Yekşemê di encama ketina dronekê li ser saziyeke serbazî ya li bendera Şiêba ya Kuweytê de, 4 serbazên wan hatine kuştin. 

Ji destpêka vî şerî ve, heta niha bi giştî 6 serbazên Amerîkî hatine kuştin.

Artêşa Amerîkayê nav û agahiyên serbazên ku jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî eşkere kirin:

- Kaptan Cody A. Cork (35 salî): Ji bajarê Winter Haven ê eyaleta Florida.

- Noah L. Tigins (42 salî): Ji bajarê Bellevue yê eyaleta Nebraska.

- Nicole M. Amory (39 salî): Ji bajarê White Bear Lake yê eyaleta Minnesota.

- Declan J. Cody (20 salî): Ji bajarê West Des Moines ê eyaleta Iowa.

Donald Trump û berpirsên bilind ên Amerîkayê hişyarî dan ku di pevçûnên ligel Îranê de, dibe ku serbazên zêdetir werin kuştin. 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Îranê heta niha zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û zêdetirî 2,000 dron arasteyî hêzên Amerîka û welatên Rojhilata Navîn kirine.