Bombebarana li ser Libnanê berdewam e: 50 kuştî û bi hezaran aware
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ji bo roja duyemîn li pey hev, pêleke tund a bombebaranê li ser Beyrût, Baalbek û başûrê Libnanê daye destpêkirin. Li gorî amaran, bi dehhezaran kes ji malên xwe aware bûne û rewşeke mirovî ya dijwar derketiye holê.
Firokeyên şer ên Îsraîlê îro 4ê Adarê zincîreke êrîşên asmanî yên dijwar birin ser deverên cuda yên Libnanê. Artêşa Îsraîlê ragihand, wan dest bi lêdana "binesaziya Hizbullahê" kiriye. Tenê di nav saetekê de sê êrîşên mezin li devera "Hades" a li başûrê Beyrûtê pêk hatin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê aşkere kir, di êrîşên serê sibê yên li ser Be’elbek û Çiyayê Libnanê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. Li gorî amarên giştî, ji destpêka gurbûna êrîşan a ji duh Sêşemê ve, heta niha 50 kes hatine kuştin û 335 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee hişyariyeke lezgîn da niştecihên 30 bajarok û gundên başûrê Libnanê û daxwaz kir ku "yekser" malên xwe vala bikin û herî kêm kîlometreyekê ji wan deran dûr bikevin. Herwiha Îsraîlê liv û tevgera leşkerî li ser sînor zêde kiriye û Firqeya 146ê ber bi sînorê Libnanê ve şandiye.
Desthilatdarên Libnanî ragihandin, ji ber êrîşên du rojên dawî, zêdetirî 58 hezar kes ji başûrê Libnanê, Biqaa û derdora Beyrûtê aware bûne.
Li aliyê din, Neteweyên Yekgirtî (NY) diyar kir, herî kêm 30 hezar kes li navendên giştî hatine bicihkirin. Berdevkê Komîsyona Bilind a Penaberan (UNHCR) Babar Baloch ragihand, ji ber nebûna cih û stargehan, hejmareke mezin a awareyan neçar mane ku şevê di nav otomobîlên xwe de an jî li qiraxa rêyan derbas bikin.