Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxwazê ji welatiyên xwe dike: Di zûtirîn dem ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariyeke lezgîn arasteyî welatiyên xwe kir û daxwaz kir ku bi zûtirîn dem ji Iraqê derkevin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro 4ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyameke ewlehiyê belav kir û bang li hemû welatiyên Amerîkî yên li Iraqê kir ku "di kêliya rewşa ewlehiyê baştir bibe", divê bi zûtirîn dem ji Iraqê derkevin û vegerin welatê xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, rewşa asmanî ya Iraqê ne aram e. Balyozxaneyê hişyarî da ku dibe ku deselatdarên Iraqê di nava demeke pir kurt de asmanê welat li rûyê geştan vekin û dîsa bigirin. 

Hat destnîşankirin ku ev biryarên girtinê dibe ku "bêyî agahdarkirina pêşwext" werin girtin, lewma metirsiya asêmanê li firokxaneyan heye.