Tirkiye: Mûşekeke balîstîk a ji Îranê hatibû avêtin hat xistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, mûşekeke balîstîk a ji axa Îranê hatibû avêtin, berî ku bigihîje armanca xwe ya li nav axa Tirkiyeyê hatiye têkbirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro 4ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, mûşekê piştî derbasbûna asmanê Iraq û Sûriyeyê berê xwe dabû nav axa Tirkiyeyê.
Ev mûşek ji aliyê sîstemên parastina asmanî ya NATOyê ve ku li rojhilatê Deryaya Navîn in, hat tespîtkirin û li asman hatiye xistin.
Hinek perçeyên mûşekê li navçeya Dortyolê ya parêzgeha Hatayê ketin xwarê, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Wezareta Berevaniyê da zanîn, ev perçeyên li Hatayê ketine, ne yê mûşeka êrîşkar in, lê bermayiyên mûşeka berevaniyê ya Tirkiyê bixwe ne.
Wezaretê hişyariyeke tund da û ragihand, şiyana wan a parastina welat û welatiyan di asta herî bilind de ye.
Tirkiyeyê bang li hemû aliyan kir ku rageşiyê zêde nekin û tekez kir ku ew ê bi hevalbendên xwe yên NATOyê re di nav şêwirê de bin.
Ankara dûpat kir ku mafê wan ê bersivdayînê li hemberî her helwesteke dijminane her tim parastî ye.