Amerîka: Em dê êrîşên xwe yên li ser Îranê berfirehtir bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serdarê Artêşa Amerîkayê di nirxandina herî dawiyê ya meydanî de ragihand ku, şiyana êrîşkirinê ya Îranê bi rêjeyeke pîvankî kêm bûye û Artêşa Amerîkayê stratejiya xwe ji bo berfirehkirina çarçoveya êrîşan ji bo nav cergê axa Îranê diguhere. Eşkere jî kir ku, ji bo cara yekê ji piştî Şerê Cîhanî yê Duyê ve, wan bi Torpîdoyekê keştiyeke şer a Îranê binav kiriye.
Serdarê Artêşa Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Dan Caine îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) amareke berfireh a zirarên Îranê eşkere kir û ragihand: Avêtina mûşekên balîstîk ên Îranê ji roja yekê ya şer ve bi rêjeya 86% kêm bûye û tenê di 24 saetên borî de jî 23% kêm bûye. Di derheqa dronan de jî eşkere kir ku, “Êrîşên bi dronên bombekirî bi rêjeya 73% kêm bûne".
Serdarê Artêşa Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê di pareke din a gotinên xwe de tekez li ser bidawîanîna gefên deryayî yên Îranê kir û got: Me zêdetir ji 20 keştiyên deryayî yên Îranê wêran kirine.
Dan Caine herwesa got: Li Deryaya Hindî, ji bo cara yekê piştî Şerê Cîhanî yê Duyê ve, me Torpîdo ji bo pûçkirina keştîyeke şer a Îranê bi kar aniye.
Li gorî gotina Serdarê Artêşa Amerîkayê, armanca Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ew ku, ew ji bo wêrankirina bi tevahî ya hêza deryayî ya Îranê û misogerkirina wê yekê kar dikin ku, Îran nekare careke din şiyanên xwe yên leşkerî ava bike.
Serdarê Artêşa Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser pêngavên paşerojê jî ragihand: Em niha dest bi berfirehkirina êrîşên xwe ji bo hundirê welat dikin û bi rengekê hêdî hêdî gurzan li kûrahiya axa Îranê didin.
Dan Caine li dawiyê jî piştrastî da ku, Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi tevahî amadekarî kirine û me hejmara pêdivî ya cebilxane û pêdivîtiyan heye û ev hemî di planan de hatine hejmartin.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.