Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Îranê bizav kir Trump bikuje
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê eşkere kir: Ji ber ku li Îranê xeta înternetê nemaye, em gelek tiştan nabînin. Herwesa ragihand: Hêzên asmanî û deryayî yên Îranê bi tevahî têk çûne, jiyana bi dehan hezar Amerîkayî û hevalbendên wan parastî ye. Herwesa got: Me ji nû dest bi şer kiriye.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) ragihand: Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê berdewam li asmanê Îranê ne, heta niha di vê operasyonê de du caran hindî operasyonên sala 2003ê yên Iraqê hêz hatiye bikaranîn.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê herwesa got: Ji ber ku li Îranê xeta înternetê nemaye, em gelek tiştan nabînin. Hêzên asmanî û deryayî yên Îranê bi tevahî têk çûne, jiyana bi dehan hezar Amerîkayî û hevalbendên wan parastî ye, herwesa me ji nû dest bi şer kiriye.
Pete Hegseth eşkere jî kir: Îranê bizav kir ku Trump bikuje, lê kêfxweşiya dawiyê ji bo Trump bû. Di çend rojên borî de, keştiya herî mezin a Îranî ya bi navê Silêmanî ji hêla hêzên me ve hatiye binavkirin, herwesa pergala têkiliyên leşkerî hilweşiyaye û general û efser êdî nikarin têkiliyê deynin.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.