Ji ber sedemeke nediyar elektrîka tevahiya Iraqê qut bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku, vekolan û hûrbînî ji bo zanîna sedema qutbûna elektrîkê berdewam in û hîn jî sedema wê nehatiye zanîn.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Mûsa Ehmed îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Em hîn sedema qutbûna elektrîkê nizanin. Elektrîka neteweyî ya Iraqê bi tevahî li hemî parêzgehan hatiye qutkirin.
Wezareta Elektrîkê herwesa eşkere kir ku, vekolan û hûrbînî ji bo sedema qutbûna elektrîkê berdewam in û heta niha sedema wê nehatiye zanîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan jî ji aliyê xwe ve got: Çavkanî dibêjin ku yek ji westgehên elektrîkê li Bêciyê hatiye armanckirin, lê heta niha ev yek bi rengekî fermî nehatiye piştrastkirin.
Iraqê niha şiyana berhemandina 18 hezar Mêga Watên elektrîkê heye, lê piştî meha Adarê, daxwaz dê bigihîje 50 hezar Mêga Watan, tevî wê yekê jî 40% ya gaza Iraqê ji Îranê tê hawirdekirin.
Ev ji bo dema çend rojan e ku bingehên komên çekdaran li heşt parêzgehên Iraqê berdewam tên armanckirin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.