Bexdayê beşek ji mûçeyê meha Sibatê yê fermanberên Kurdistanê şand
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Liqê Hewlêrê ya Banka Navendî ragihand, beşa yekem a mûçeyên meha Sibatê yên fermanberên Herêma Kurdistanê gihîşt û kete ser hesabê Wezareta Darayî.
Jêderekî ji Liqê Hewlêrê ya Banka Navendî ji Kurdistan24ê re aşkere kir, hikûmeta Bexdayê beşa yekem a mûçeyê meha Sibatê yê fermanberên Herêma Kurdistanê şandiye.
Da zanîn, ev birê ku Bexdayê şandiye 274 mîlyar dînar e û niha di hesabê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê de ye.
Heman jêderî destnîşan kir, biryar e heta roja 8ê Adarê, beşa din a mûçeyê meha Sibatê yê fermanberan ji aliyê Bexdayê ve were şandin û bikeve ser hesabê Wezareta Darayî.