Îranê Îsraîl bi êrîşa li ser Azerbaycanê tometbar kir

Azerbaycan di dema wê êrîşê de
Azerbaycan di dema wê êrîşê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê Îsraîl bi avêtina dronan û armanckirina Azerbaycanê tometbar kir û got: Îsraîl bi vî awayî bizavê dike ku têkiliyên xurt ên di navbera Îran û Azerbaycanê de têk bide.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhûn Baymarov kir û red kir ku, welatê wî tu mûşekek avêtibe Azerbaycanê.

Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Iraqçî êrîşa li ser Azerbaycanê şermezar kir û Îsraîl tometbar kir û ji Baymarov re got: Armanca Îsraîlê ew e ku bala raya giştî nehêle û zirarê bigihîne têkiliyên baş ên di navbera Îranê û cîranên wê de.

Îro dronek li devera Naxçîvanê ya Azerbaycanê ket, û di encamê de çar kes birîndar bûn. Wezareta Derve ya Azerbaycanê jî ji aliyê xwe ve Balyozê Îranê gazî kir û tekez kir ku ew êrîş dê bê bersiv nemîne.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.