CENTCOM: Ji sedî 90ê şiyana mûşekî ya Îranê hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amarên hûr ên şeş rojên operasyonên li dijî Îranê aşkere kirin û ragihand, wan sîstema berevaniya asmanî û beşeke mezin a şiyana mûşekî û deryayî ya Îranê jinav birine.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper îro 6ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên operasyonên leşkerî yên li ser Îranê pêşkêş kirin. Cooper diyar kir, ev şeş roj in operasyon bi beşdariya 55 hezar serbazan berdewam dike û got: "Ferman ji Washingtonê ji me re hatiye ku em heta jinavbirina temam a metirsiyan berdewam bin."

Derbarê ziyanên artêşa Îranê de, fermandarê CENTCOMê aşkere kir, di 72 saetên borî de firokeyên stratejîk ên ji cureyê (B-2) li kûrahiya axa Îranê li armancên xwe xistine. Cooper li ser asta lawazbûna şiyana Îranê ev data parve kirin:

- Şiyana mûşekên balîstîk: Bi rêjeya %90 kêm bûye.

- Şiyana dronan: Bi rêjeya %83 kêm bûye.

Brad Cooper herwiha destnîşan kir, hêzên wan heta niha 30 keştiyên şer ên Îranê têk birine. Herwiha sîstemên berevaniya asmanî û binkeyên berhemanîna mûşekan ên Îranê jî bi giranî hatine pûçkirin.

Fermandarê Amerîkî bal kişand ser lêçûnên şer û got: "Buhayê her droneke Îranî derdora 250 hezar dolar e, lêxistina wan ji bo me lêçûneke pir zêdetir dixwaze. Tevî vê yekê jî armanca me ya sereke ew e ku em rê nedin Îran careke din bibe gef li ser Rojhilata Navîn û Amerîkayê."

Serê sibêya roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşeke asmanî ya hevbeş birin ser axa Îranê û di encamê de çend serkirdeyên bilind ên wî welatî hatin kuştin. Îranê jî di bersivê de bi mûşekan li Îsraîlê û bingehên Amerîkayê yên li herêmê xist û şer gur bûye.