Tehran: Me zêdetir ji 2000 dronan arasteyî armancên Amerîkî û Îsraîlî kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Biryargeha "Xatimulenbîya" ya Supaya Pasdaran a Îranê Îbrahîm Zulfeqarî ragihand, wan zêdetirî 2000 dron û 600 mûşek ber bi armancên Amerîka û Îsraîlê ve hatine şandin.
Îbrahîm Zulfeqarî îro 6ê Adarê amarên herî nû yên operasyonên xwe aşkere kirin. Zulfeqarî diyar kir, di van êrîşan de wan karî ye frokeyeke şer û çendîn dronên artêşa Amerîka û Îsraîlê bixin xwarê.
Li gorî gotinên vî berpirsê leşkerî yê Îranê, wan heta niha 20 pêlên êrîşan pêk anîne. Di nava van operasyonan de, hejmareke pir a dronên kamikaze, mûşekên balîstîk û mûşekên krûz hatine bikaranîna, da ku li kûrahiya binkeyên dijber were xistin.
Biryargeha Xatimulenbîya bilindtirîn navenda biryardana leşkerî ye li Îranê, ku rasterast di bin fermana Rêberê Bilind ê Îranê de ye. Ev navend wekî "mejiyê tevger" ê hêzên çekdar tê dîtin.
Erkên sereke yên vê biryargehê ev in:
- Amadekirina stratejiya berevaniyê ya welat.
- Fermandariya operasyonên meydanî.
- Çêkirina hevahengiyê di navbera Artêş û Supaya Pasdaran de.