Ji ber êrîşa teroristî li ser kêlgeha HKNê li Dihokê, berhemanîn rawestiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber êrîşeke milîsên derveyî yasayê ya li ser kêlgeha petrolê ya HKNê, berhemanîna petrolê li wê kêlgehê hatiye rawestandin.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 6ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir, şeva borî grûpên derveyî yasayê yên li Iraqê êrîşeke "terorîstî" birine ser kêlgeha petrolê ya (HKN Energy) ya li devera Sersingê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve.
Li gorî daxuyaniyê, di encama vê êrîşê de ziyanên madî gihîştine kêlgehê û proseya berhemanîna petrolê li kêlgeha HKNê bi temamî hatiye rawestandin.
Wezareta Samanên Sirûştî ev êrîş bi tundî şermezar kir û ragihand: "Armanca vê êrîşa terorîstî binesaziya aborî û samana gelê Herêma Kurdistanê ye. Ev kiryarên wiha ne tenê ziyanê dighînin Herêmê, lê di heman demê de ziyanê dighînin dahata giştî ya Iraqê jî."
Wezaretê tekez kir ku berpirsyariya vê êrîşê li stûyê wan aliyan e ku ji navçeyên di bin kontrola wan de mûşek yan dron têne avêtin.
Di daxuyaniyê de daxwazeke fermî li hikûmeta federal a Iraqê hat kirin: "Em daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê dikin ku rê li ber êrîşên li ser welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê, binesaziya aborî û sektora petrol û gazê bigire."