Ezîz Ehmed: Milîsên Iraqî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine çekdarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêvebirê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand ku, komên çekdar ên ku berdewam êrîşî jêrxaneyên aborî û sivîl ên Herêma Kurdistanê dikin parek ji hikûmeta Iraqê ne û ji hêla Bexdayê ve hatine peredarkirin û çekdarkirin.
Cîgirê Birêvebirê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê rexne li awayê serederîkirinê yê hikûmeta federal bi wan komên çekdar re kir, ên ku ev demeke êrîşên xwe zêde kirine.
Ezîz Ehmed di peyama xwe got: Milîsên Iraqî li ser avêtina mûşek û dronan ji bo ser jêrxaneya sivîl û enerjiyê li Herêma Kurdistanê berdewam in.
Navbirî pirsyarek jî azirandiye û gotiye: Ev milîsên Iraqî kî ne? Paşî her wî bi xwe bi sê xalan bersiva rastiyan daye:
- Ew parek ji hikûmeta Iraqê ne.
- Ji hêla hikûmeta Iraqê ve mûçe û pere bi wan tê dayîn.
- Ji hêla hikûmeta Iraqê ve hatine çekdarkirin.
Cîgirê Birêvebirê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal dike ku, van 'bikerên tawanbar û neqanûnî' yên ku ji hêla dewletê ve piştgiriya wan tê kirin kontrol bike.
Ezîz Ehmed herwesa tekez li ser hebûna îradeya siyasî jî kir û got: Divê hikûmeta Iraqê îradeya wê yekê hebe ku rûbirûyî wan bibe û wan bigire, herwesa ji bo carekê jî be, wan di zindanê de bihêle, ne ku ew bên azadkirin.
Ji hingê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re hatiye destpêkirin, komên çekdar ên neqanûnî yên Iraqê bi dronan bizavê dikin ku, bingehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Hemî ew êrîşên ku bi rêya dronan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ji aliyê sîstema berevaniyê ya asmanî ya Amerîka û Hevpeymanan ve hatine têkbirin. Ji bilî zirarên madî, wan êrîşan tu zirareke canî nebûye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.