Komkara Erebî bi rêya înternetê êrîşên Îranê nîqaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrên derve yên Komkara Erebî dê civîneke awarte li dar bixin, da ku êrîşên Îranê yên li ser hin welatên Erebî nîqaş bikin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) got ku, tê payîn ku wezîrên derve yên Komkara Erebî sibe (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) civîneke awarte ji bo nîqaşkirina “destdirêjiyên Îranê li ser axa hin welatên Erebî, li dar bixin.

Husam Zekî ronj jî kir ku, ew civîn dê bi rêya vîdeokonferansê bê birêvebirin û li ser daxwaza çend welatên Erebî hatiye rêkxistin, wekî Kuweyt, Erebistana Siûdî, Qeter, Oman, Urdin û Misir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

Li gorî amarên Pentagonê, di dema heşt rojên borî de di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de heta niha şeş serbazên Amerîkayî hatine kuştin û 18 serbazên din jî birîndar bûne.