Sê dron li sînorê qezaya Çomanê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sê dron li sînorê qezaya Çomanê ketin, lê tu zirarên canî nebûn.

Çavkaniyekê ji Berevaniya Şaristanî ya Çomanê ji Kurdistan24ê re ragihand: Sê dron li sibeha îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) li sînorê qezaya Çomanê ketin, lê tu zirarên canî nebûn.

Her li gorî wê çavkaniyê, yek ji wan dronan ketiye nav hewşa Birêvebiriya Çavdêriya Civakî û her du dronên din jî ketine nêzîkî apartmanên Werdeyê.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.