Artêşa Pasdaran pêleke din a moşek û dronan avêt Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) ragihand ku, wan pêla 25ê ya êrîşên xwe di çarçoveya Operasyona “Soza Rastîn4”ê de da destpêkirin. Di vê pêlê de, wan bi rêya kampanyayeke berfireh a mûşek û dronan gelek bingehên leşkerî û navendên piştevanên Amerîka û Îsraîlê kirine armanc.

Li gorî ragihandina pişka peywendiyên giştî yên artêşa Pasdaran, pêla 25ê ya Operasyona “Soza Rastîn4”ê di çarçoveya operasyoneke hevpar a bi mûşek û dronan de da destpêkirin.

Artêşa Pasdaran di pareke din a ragihandina xwe de zêdetir hûrgilî li ser çekên ku di wan êrîşan de hatine bikaranîn eşkere kirin û got: Vê operasyonê bingehên leşkerî û navendên piştevanên Amerîka û Îsraîlê kirine armanc, ew jî bi rêya bikaranîna her du celebên mûşekên Wirdpêk û stratejiya ‘Fetah û Îmad’.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.