Rojnamevanên Efrînê daxwaza jîngeheke azad û pîşeyî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komek ji rojnamevan û çalakvanên ragihandinê yên herêma Efrînê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û tê de daxwaz kirin ku jîngeheke guncayî û azad ji bo karê pîşeyî yê ragihandinê were peydakirin.

Rojnamevan û çalakvanên ragihandinê yên herêma Efrînê, duh 6ê Adarê bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Herêma Efrînê kirin, ku li gorî pîvanên navdewletî û Madeya 19’an a Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, azadiya nêrîn û derbirînê biparêze. 

Daxwazên sereke yên rojnamevanan ku di 7 xalan de hatin rêzkirin, wiha ye:

JI BO RÊVEBERIYA HERÊMA EFRÎNÊ,

Li ser bingeha rêgezên cîhanî yên azadiya ragihandinê û madeya 19’an ji Danezana Cîhanî ya Mafê Mirovan ku azadiya nêrînê, derbirînê û gihiştina agahiyan diparêze û li ser bingeha berpirsiyartiya me ya pîşeyî û ji ber xema me ya avakirina jîngeheke ragihandinê ya pêşketî ku li ser zelalî û hevkariyê radibe, em vê daxuyaniyê arasteyî we dikin da ku em tekezî li ser komek ji rêgezên bingehîn yên piştevaniya azadiya ragihandinê û pêşxistina jîngehek ji bo karê rojnamevaniyê, bikin:

1- Em piştrast dikin ku girîng e nûnerên nivîsgehên ragihandinê yên Efrînê ji xurt û keçên herêmê bi xwe bin, bi sedema ku ew rasteqîniya Efrnê ya civakî û xizmetguzarî baş nas dikin û her wiha xweza û astengiyên li pêş welatiyan baştir têdigihin, zêdeyî wê jî peywendiyeke wan ya yekser bi xelkê herêmê re heye.

2- Em tekezî li ser mafê vegera ewleh yê rojnamevan û ragihênerên koçber – ji xurt û keçan – ji bo navçeyên xwe yên resen li Heleb û Efrînê, dikin û her wiha misogerkirina ku ew karê xwe yê pîşeyê bi azadî û serbixwe pêk bînin, bi awayekî ku rêgeza dûrnexisitinê pêş dixe be.

3- Rêz ji karê rojnamevan û ragihênerên li herêmê re were girtin û tevahî hêsankariyên pêwîst ji bo pêkanîna erka wan werin pêşkêşkirin da ku jîngeheke kar ya guncaw û birêxistinkirî - bêyî fişar û rêkarên ku rola wan asteng dikin yan wan dûr dixin - were peydakirin.

4- Civînên dewrî yên vekirî û birêxistinkirî di navbera rêveberiya herêmê û rojnamevan û ragihênerên herêmê yên li derve û hundir de pêk werin, bi awayekî ku mekanîzmeyên danûstandinê pêş dixe. 

5- Pejirandina zimanê kurdî li gel yê erebî di nivîsandina daxuyanî û biryarên fermî yên ji aliyê rêveberiya herêma Efrînê ve tên derxistin, bi rengekî ku taybetmendiya çandî û zimanî ya xelkê herêmê diparêze û danûstandinê bi xelkê herêmê re baştir dike.

6- Bang ji bo xortkirina karê destgehên ragihandinê yên kurdî li herêma Efrînê, bi awayekî yasayî û birêxistinkirî, dikin û peydakirina jîngeheke guncaw ya pêkanîna karê xwe yê ragihandinê.

7- Em piştrastî li ser rêgeza mafê gihiştina agahiyên fermî bi awayekî zelal dikin û hevdem namg dikin ku rê ji bo destgehên ragihandinê were vekirin da ku agahiyan ji jêderên wê yên têkildar werbigirin.

Em piştrast dikin ku rêgezên navbihurî bingheke girîng in ji bo pêşxistina jîngeheke ragihandinê ya pîşeyî ku li ser bingehê zelalî û rêzgirtina karê rojnamevaniyê radibe, bi awayekî ku azadiya ragihandinê pêş dixe û mafê civakê yê gihiştina agahiyan diparêze.