Hejmara qurbaniyên herîfîna avahiya li taxa Eşrefiyê ya Helebê gihîşt 10 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê, avahiyeke niştecîhbûnê hilweşiya. Li gorî daxuyaniya dawî ya tîmên rizgarkirinê, heta niha termên 10 kesan ji bin kavilan hatine derxistin.
Li taxa Eşrefiyê ya kurdnişîn a Helebê, duh 6ê Adarê avahiyeke 5 qatî herifîbû, tîmên rizgarkirinê jî dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiribûn.
Berêvaniya Sîvîl a Sûriyeyê îro ragihand, hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiyê li taxa Eşrefiye ya Helebê zêde bûye. Hat diyarkirin ku piştî derxistina termên jinekê û zarokekî, hejmara miriyan gihîştiye 10 kesan.
Li gorî hûrgiliyên ku tîmên rizgarkirinê parve kirine, di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 5 jin, 4 mêr û keçeke piçûk hene.