Hakan Fidan: Di şerê li dijî Îranê de ti kes biser nakeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand, welatê wî naxwaze ti şerekî bi Îranê re rû bide û hişyarî da ku encamên şerekî wiha dê ji bo navçeyê pir giran bin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro 7ê Adarê derbarê aloziyên dawî yên li navçeyê de destnîşan kir, Îran di rojên gelekî dijwar re derbas dibe û Tirkiye ji bo hêwirandina rewşê bi welatên navçeyê re di peywendiyeke berdewam de ye.

Fidan di daxuyaniya xwe de got: "Şerê li dijî Îranê dê encamên pir nerênî bi xwe re bîne û di şerekî wiha de ti alî nabe serkeftî." Herwiha tekez kir, Tirkiye her tim alîgira aştiyê ye û naxwaze ku girjî ji asta niha zêdetir bibe.

Fîdan bal kişand ser parastina aboriya navçeyê û got: "Tirkiye li dijî her êrîşeke li ser binesazî û çavkaniyên enerjiyê yên wan welatan e ku peywendiya wan bi şer re nîne." Bi vê yekê, Fidan xwast ku asayîş û aramiya aborî ya welatên cîran di dema pevçûnan de were parastin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Hakan Fidan bang li aliyan: "Divê alî serî li rêyên dîplomatîk bidin, da ku rê li berfirehbûna şer were girtin. Tenê dîplomasî dikare herêmê ji karesateke hîn mezintir biparêze."