Balyozê Rûsyayê li Brîtanyayê: Em di şerê Îranê de bêalî nînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Rûsyayê li Brîtanyayê ragihand: Em piştgiriyê didin Îranê. Herwesa got: Tehran tenê bersiva êrîşên Îsraîl û Amerîkayê dide.
Balyozê Rûsyayê li Brîtanyayê Andrey Kelin ragihand, ku welatê wî di şer û hevrikiyên niha yên Îranê de bêalî nîne û bi tevahî piştgiriyê dide Tehranê, herwesa pêngavên rojava yên li dijî Îranê jî "nerewa" wesf kir.
Di hevpeyvînekê de bi tora Sky Newsê ya nûçeyan re, ji Balyozê Rûsyayê hat pirsîn ka “gelo Rûsya bi çek û dronan alîkariya Îranê dike, wî got ku, welatê wî dilsoziyeke temam ji bo Îranê heye û wekî du cîranan têkiliyeke dîrokî ya baş bi hev re heye, lê eşkere jî kir ku Îranê heta vê gavê tu alîkarî ji wan nexwestiye.
Andrey Kelin nerînên welatên rojava li ser aloziyan bi tundî rexne kirin û ragihand: Em vê lojîkê fêm nakin. Lojîka niha ya rojava ew e ku, Îran ji her tiştî sûcdar e, lê tu kesek nabêje ku Amerîka û Îsraîl di êrîşa li ser Îranê de pêşeng bûn û Tehranê tenê bersiva êrîşên wan daye, ev jî helbet tiştekê nedadperwerane ye.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de tekez jî kir ku, tevî piştgiriya wan ji bo Îranê, Mosko bi welatên Kendavî re jî dilsoz e û bi wan hemiyan re jî berjewendî hene.
Balyozê Rûsyayê li dawiyê jî haydarî da û got: Pêngava herî baş ew e ku, hemî êrîş û bikaranîna hêzê li deverê tavilê bên rawestandin, da ku em vegerin çareseriya aştiyane û rêkarên dîplomatîk.
Ev jî di demekê de ye ku Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) ragihandiye ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser bizavên xwe yên ji bo rawestandina şerê Îranê berdewam e û pêdivî dibîne ku, Îsraîl û Amerîka êrîşên xwe yên li ser Îranê rawestînin.