Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Em bi 50 hezar serbazan êrîşî Îranê dikin

Pete Hegseth
Pete Hegseth

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth helwesta welatê xwe li ser aloziyên bi Îranê re ragihand û tekez kir ku, êrîşên wan ên leşkerî li ser Tehranê dê bidomin heta ku hemî şiyanên wî welatî bi tevahî bên jikarxistin.

Pete Hegseth di çavpkeftineke televîzyonî de bi kanala CBSê re eşkere kir ku, niha operasyoneke berfireh bi navê “Tûrebûna Dastanî” (Epic Fury) heye û zêdetir ji 50 hezar serbazên Amerîkayî tevlî wê bûne.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê amaje jî da ku, hêzên Amerîkayê heta niha nêzîkî 3 hezar êrîşên asmanî kirine ser axa Îranê.

Navbirî herwesa got: Em dê şer heta wê demê bidomînin ku ew bêşiyan bibin, wê demê ji wan re tu bijarde namînin, ji bilî ku xwe bidin destê me. Amaje da wê yekê jî ku, şer hîn di qonaxa destpêkê de ye.

Pete Hegseth di pareke din a gotinên xwe de amaje da hêza hevpar a Amerîka û Îsraîlê û got: Hêza asmanî ya Amerîka û Îsraîlê nûnerîtiya du hêzên herî bihêz ên cîhanê dike. Haydarî jî da ku, di qonaxên bê de îhtîmala bikaranîna bombeyên normal ên giran ji bo lêdana bingehên leşkerî yên stratejîk ên Îranê heye.

Navbirî li ser îhtîmala şandina hêzên bejayî ji bo nav axa Îranê jî got: Waşinton tu bijardeyeke leşkerî red nake. Em sînorên operasyonên xwe ji dijmin re eşkere nakin û her tiştê ku ji bo serkeftinê pêdivî be em dê bikin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê di derheqa wan gotgotkên ku behsa alîkariya Rûsyayê ji bo Îranê dikin de piştrastî da ku artêşa welatê wî ji nêz ve çavdêriya rewşê dike û got: Amerîka xwediya baştirîn sîstema hewalgeriyê li cîhanê ye.

Pete Hegseth di dawiya wê çavpêkeftinê de jî îtîraf kir ku ev şer bê zirar nabe û îhtîmal heye ku qurbanî li nav rêzên artêşa Amerîkayê jî hebin, lê tekez kir: Ev îradeya me lawaz nake, belkî israra me ji bo bidawîanîna vî şerî zêdetir dike.