Îsmaîl Beqayî gotineke Lindsey Graham rast derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di derheqa daxuyaniyeke Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got ku, mijar têkildarî petrolê ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Duşem, 9ê Adara 2026ê) vîdyoyeke Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham li ser platforma Xê weşand û li ser nivîsî: Demeke kêmpeyda a rastgoyîyê, mijar tenê petrol e.
Lindsey Graham di çavpêkeftinekê de li ser kanala Fox Newsê ya Amerîkayî got: Venezuela û Îranê 31% ya petrola yedeng a cîhanê heye, em jî dê bi wan re hevpar bin. Lewma jî Beqayî nivîsiye: Demeke kêmpeyda a rastgoyîyê, mijar tenê petrol e.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.