Putin piştgiriya Rûsyayê bo Rêberê Îranê yê nû tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peyameke pîrozkirinê de, ku li ser malpera Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) hatiye weşandin, nivîsî: Seyîd Huseynî Xamineyî, ez ji bo hilbijartina we wek Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim.
Serokê Rûsyayê di berdewamiya peyama xwe de amaje jî da: Niha Îran rûbirûyî destdirêjiyeke çekdarî bûye. Bê guman wergirtina vê posta bilind pêdivîtî bi wêrekî û mêrxasiyeke mezin heye. Ez piştrast im ku hûn dê bi serbilindiyeke herî zêde rêbaza bavê xwe bidomînin û dê rêzên gelê Îranê di rûbirûbûna krîzên dijwar de bikin yek.
Putin eşkere jî kir: Em careke din tekezê li ser piştgiriya xwe ya neguher ji bo Tehranê dikin û em bi hevalên xwe yên Îranî re hevsoz in. Ron jî kir ku, Rûsya her dem hevalbendeke bawerê ya Komara Îslamî bûye û dê her wesa jî bimîne.
Serokê Rûsyayê herwesa hêvî kir ku, Rêberê Îranê yê nû di bicihanîna wan erkên giran de yên ku bi wî hatine spartin serkeftî be û tendurist û saxlem be.
Encûmena Şarezayên Rêberê Îranê duhî (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de li gorî Madeya 108ê ya destûrê destnîşankirina Mucteba Xamineyî yê kurê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê yê pêştir Elî Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê Îslamî yê Îranê yê sêyê ragihand.
Encûmena Şarezayên Îranê amaje da wê yekê jî ku, li gorî Madeya 111ê ya destûrê, encûmeneke demkî ji bo hilbijartina rêberê nû û pirkirina valahiya bilindtirîn postê wî welatî hat pêkanîn.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.