Siyamend Efrînî: Vê hefteyê proseya pevguhartina girtiyan dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Asayîşa Rojava Siyamend Efrînî ragihand, amadekarî ji bo vegera bi hezaran awareyên Efrînê bo ser mal û milkên wan hatine kirin û di nava vê hefteyê de girtî jî werin pevguhartin.

Fermandarê Hêzên Asayîşa Rojava Siyamend Efrînî îro 9ê Adarê ji Kurdistan24ê re behsa plana nû ya vegera awareyan û azadkirina girtiyan kir. Efrînî destnîşan kir ku niha nêzîkî 8 hezar malbatên aware yên Efrînê li benda vegerê ne û li gorî planê, dê hemû di nava vê hefteyê de bi awayekî kom bi kom werin vegerandin.

Siyamend Efrînî diyar kir, ji bo vekirina rêyên ewle, ew bi aliyên peywendîdar ên hikûmeta Sûriyeyê re di hevahengiyê de ne, ji bo vekirina rêya navdewletî, rêyên Til Temir û Serê Kaniyê, da ku awareyên di kemp û dibistanan de bi silametî vegerin ser mal û milkên xwe yên li Efrîn û Serê Kaniyê.

Fermandarê Asayîşê derbarê dosyaya girtiyan de jî amaje bi wê kir ku wan guh daye daxwazên malbatên girtiyan û got: "Lîsteya navên girtiyan di navbera me û dewletê de hatiye pevguhartin. Projeya me ji du qonaxan pêk tê; qonaxa yekem gihandina awareyan e, qonaxa duyem jî ku biryar e her di vê hefteyê de were cîbicîkirin, pevguhartin û azadkirina girtiyan e."