Rubio: Armanca me têkbirina hemû hêza leşkerî ya Îranê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand, operasyonên wan ên leşkerî yên li dijî Îranê heta gihîştina armancên stratejîk berdewam dikin, ku armanca sereke tinekirina hêza mûşekî, kargehên çekan û hêza deryayî ya Tehranê ye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 9ê Adarê di daxuyaniyekê de bal kişand ser pêşveçûnên operasyonên leşkerî û ragihand, Îran hewl dide cîhanê wekî "rehîne" bigire. Rubio tekez kir, Amerîka ji bo pûçkirina metirsiyên Tehranê li ser rêyeke rast û serkeftî ye.
Rubio Îran bi têkdana aramiya navdewletî tawanbar kir û diyar kir, Washington dê di lawazkirina şiyana leşkerî ya wî welatî de berdewam be. Herwiha got: "Niha her roj mûşek û sekoyên mûşekan ên Îranê kêm dibin, kargehên wan ên çekan kêm dixebitin û hêza wan a deryayî jî ber bi tinebûneke tam ve diçe."
Wezîrê Amerîkayê geşbîniya xwe ji bo encamên êrîşan nîşan da û got: "Dema ev erk bidawî bibe, cîhan dê bibe cihekî ewletir û baştir."
Marco Rubio bang li gelê Amerîkayê kir, sedema bikaranîna 'hêza herî mezin a leşkerî ya di dîrokê de' fêm bikin û armancên stratejîk ên operasyonê di sê xalên sereke de kurt kirin; ew jî têkbirina şiyana mûşekî bi rêya ji navbirina mûşek û platformên avêtinê, hilweşandina binesaziya serbazî bi tinekirina kargehên ku mûşekan hildiberînin û her wiha ji navbirina temamiya hêza deryayî ya Îranê ne.
Rubio di dawiyê de destnîşan kir ku parastina asayîşa cîhanî di ser her tiştî re ye û Amerîka di warê pêkandina armancên xwe de biryardar e.