Amerîkayê konsulxaneya xwe ya Edeneyê girt û hişyarî da welatiyên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ji ber "metirsiyên ewlehiyê", xizmetên konsulî li başûrê Tirkiyeyê hatine rawestandin û ferman hatiye dayîn ku karmendên dîplomatîk ên ne-sereke ji herêmê derkevin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 9ê Adarê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir, ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê, xebatên Konsulxaneya Giştî ya li Edeneyê hatine rawestandin. Wezaretê ferman da karmendên hikûmetê yên ne-sereke û malbatên wan ku bi lez konsulxaneyê biterikînin.

Di daxuyaniyên de hat gotin: "Em bi tundî daxwaz ji Amerîkiyên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) dijîn dikin ku bilez herêmê bicih bihêlin."

Konsulxaneya Edeneyê li nêzîkî Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê ye, ku hêzên Amerîkî di çarçoveya NATOyê de li wir bicih bûne û baregeh li nêzî sînorê Sûriyeyê ye.

Sedema vê biryara Washingtonê ji bo pêşveçûnên şerê li dijî Îranê vedigere. Hat ragihandin, ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li ser Tehranê ve, Îran bi mûşek û dronan êrîşî berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dike.

Li gorî agahiyên fermî yên Enqereyê, sîstemên berevaniyê yên NATOyê roja Duşemê mûşekeke ku ji Îranê ber bi asmanê Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, têk bir. Hat destnîşankirin ku ev cara duyem e ji destpêka şer ve mûşekeke Îranê ber bi Tirkiyeyê ve tê avêtin.