Trump: Ez ji hilbijartina kurê Xamineyî wekî rêberê nû ne razî me

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump nerazîbûna xwe li hember hilbijartina Mucteba Xamineyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê anî ziman. Herwiha Trump nûçeyên derbarê şandina hêzên Amerîkî bo ser bingehên atomî yên Esfehanê red kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 9ê Adarê di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya "New York Post", derbarê guhertina desthilatdariyê li Îranê û gotegotên serbazî de axivî. Trump derbarê hilbijartina kurê Elî Xamineyî, Mucteba Xamineyî, wekî Rêberê Bilind ê nû got: "Ez ji wî kesê ku ji bo posta Rêberê Bilind hatî destnîşankirin ne razî me. Ez niha nabêjim ka çi di mêjiyê min de heye, lê ev hilbijartin ne li gorî dilê min e."

Derbarê nûçeyên ku digotin Amerîka plan dike hêzên xwe bişîne ser bingehên atomî yên li herêma Esfehanê, da ku dest deyne ser wan an jî wan biparêze, Trump got: "Me ti biryarek derbarê şandina hêzan bo Esfehanê nedaye. Em hîn gelekî ji tiştekî wiha dûr in."

Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê hatin, du Civata Şarezayan a Îranê bi awayekî fermî Mucteba Xamineyî wekî şûngirê bavê wî û Rêberê Bilind ê sêyem ê welêt ragihand.

Civata Şarezayan di daxuyaniyekê de bang li gelê Îranê, rewşenbîrên zanîngehan û aliyên olî kir ku "bey’et" û soza dilsoziyê bidin rêberê nû û li dora "Wîlayeta Feqîh" bibin yek.