Ehmed Şera: Em piştgiriya Iraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera piştgiriya welatê xwe ji bo gavên Iraq û Libnanê yên ji bo dûrketina ji şer nîşan da. Herwiha Şera ragihand, wan hêzên xwe li ser sînoran xurt kirine da ku rê li her metirsiyekê bigirin.
Ehmed Şera îro 9ê Adarê tevlî civîneke girîng a bi rêya vîdyoyê bû ku li ser daxwaza Serokatiya Encûmena Ewropayê û Komîsyona Ewropayê hatibû organîzekirin. Şera diyar kir ku ew piştgiriyê didin gavên hikûmetên Iraq û Libnanê yên ku dixwazin welatên xwe ji agirê şer biparêzin.
Serokê Sûriyeyê aşkere kir, wan wekî rêkarekî xweparastinê, hêzên xwe yên parastinê li ser sînoran bihêz kirine. Şera got: "Ev rêkarên serbazî ji bo wê yekê ne ku em rê li rêxistinên sînor-derbasdar bigirin ku axa Sûriyeyê ji bo armancên xwe bikar neynin."
Ehmed Şera derbarê rewşa Libnanê de destnîşan kir, ew di mijara bêçekkirina Hizbullahê de, li aliyê Serokê Libnanê ne. Herwiha got: "Baweriya me ya tam heye ku aramiya Sûriyeyê, bingeha aramiya Rojhilata Erebî û tevahiya navçeyê ye."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Şera bi tundî hewildanên Îranê yên ji bo têkdana aramiya welatên Ereban şermezar kir. Şera got ku Sûriye ji ber ku di navbera sê bereyên şer de ye, rûbirûyê bandorên rasterast û metirsîdar bûye û got: "Ev girjiyên niha, gefeke cidî ne li ser hemû navçeyê."
Ev daxuyaniyên Serokkomarê Sûriyeyê di demekê de tên ku şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de derbasî hefteya xwe ya duyemîn bûye. Şerê ku bi rûbirûbûna rasterast a Tehran û Tel Avîvê dest pê kiribû, niha veguheriye pevçûneke navçeyî ya berfireh. Ev rewş bûye sedema metirsiyeke mezin li ser asayîşa enerjiyê û veguhastina deryayî li herêma Kendavê.