Iraq û Îspanya hişyariyê ji kûrbûna krîza nirxê enerjiyê ya li cîhanê didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares, hişyarî dan ku berdewamiya şerê li dijî Îranê dê bibe sedema krîza enerjiyê û karesateke nû ya mirovî li cîhanê.

Wezareta Derve ya Iraqê îro 9ê Adarê ragihand, Fuad Husên bi peywendiyeke telefonî ligel hevkarê xwe yê Îspanyayê Jose Manuel Albares, pêşhatên herî dawî yên herêmê û bandorên şerê niha yê li dijî Îranê gotûbêj kirin.

Wezîrê Îspanî di peywendiyê de piştgiriya hikûmet û gelê welatê xwe ji bo Iraqê nû kir û diyar kir, ew li dijî her cûre şerekî ne. Albares got: "Îspanya ji destpêkê ve li dijî vî şerî bû û niha jî em tekezî li ser pêwîstiya agirbesteke bilez dikin; ji ber ku encamên vî şerî ji bo herêmê û hemû cîhanê metirsîdar in."

Her du wezîran bal kişandin ser encamên nebaş ên aborî û mirovî yên şer û hişyarî dan ku berdewamiya pevçûnan, dê bibe sedema bilindbûna nirxê enerjiyê û krîza aborî ya navdewletî, her wiha dê bibe sedema koçberiya giratî ya xelkê û penaberiyê ku ev jî metirsiya karesateke mezin a mirovî bi xwe re tîne.

Fuad Husên û Albares tekez kirin, armancên vî şerî ne diyar in û dirêjkirina wî tenê rageşî û nearamiyê zêdetir dike. Her du wezîran li ser girîngiya karê hevbeş ligel welatên Ewropayê li hev kirin, da ku destpêşxeriyeke dîplomatîk were amadekirin, ji bo rawestandina şer û kêmkirina bandorên wî yên neyînî li ser cîhanê.