3 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatin şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, sê dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê hatine pûçkirin û xistin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî 9ê Adarê, saet 22:24an, sê dronên bombekirî li asmanê Hewlêra Paytext hatine armancgirtin, ev diron ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine têkbirin û xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parçeyên yek ji dronên ku hatine xistin, li nêzîkî avahiya Kunsolxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê ketiye erdê.

Dijeterora Kurdistanê tekez kir, ji ber ketina parçeyên dronan, ti ziyaneke canî çênebûye û rewş di bin kontrolê de ye.