Îsraîl amadekariya operasyoneke sîstematîk a mehekê li dijî Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî payebilind ê serbazî yê Îsraîlê ragihand, Tel Avîv ji bo êrîşeke berfireh a li ser Îranê amade ye û tê pêşbînîkirin ku ev operasyon herî kêm mehekê berdewam bike.
Rojnameya "Yedioth Ahronoth" a Îsraîlî li ser zarê jêderekî ji Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Îsraîlê ragihand, artêş xwe ji bo qonaxeke nû ya şer amade dike. Wî jêderî diyar kir jî, ev stratejî li gorî banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo "teslîmbûna temam" a Îranê hatî amadekirin û got: "Divê ti armanceke me ya din ji bilî vê nebe."
Jêderî serbazî aşkere kir, Donald Trump behsa çar hefteyan kiriye, lewma artêşa Îsraîlê hemû amadekariyên xwe li gorî mehekê kiriye. Hat destnîşan kirin ku di hefteya yekem a operasyonê de Îsraîl zêdetir li ser êrîşên asmanî sekinîbû, lê niha di qonaxa duyem de dê dabeşkirina erkan di navbera Tel Avîv û Washingtonê de were guhertin.
Derbarê rola Amerîkayê de, rayedarê Îsraîlî got: "Amerîkî hêzeke serbazî ya pir mezin bikar tîne. Ew li gorî prensîba 'aboriya çekan' (bikaranîna kêm a çekan) nagerin, lê belê hemû hêz û şiyana ku di destê wan de ye dixin dewrê."
Qonaxa duyem: Tinekirina binesaziya pîşeyî
Hat eşkere kirin, qonaxa duyem a operasyonê dê wekî "êrîşeke sîstematîk" li ser şiyanên serbazî û pîşeyî yên Îranê were meşandin. Armanca vê qonaxê ew e ku bazneya êrîşan were berfirehkirin û derbeyeke "kujer û giran" li binesaziya serbazî, teknolojî û pîşesaziya Îranê were xistin.