Wezareta Derve ya Iraqê: Em pabendî parastina nûnertiyên dîplomatîk in
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê, êrîşên li ser nûnertiyên dîplomatîk û konsulxaneyên li Bexda û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û tekezî li ser parastina wan kir.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe ya li hemberî armancgirtina konsulxane û nûnertiyên welatên biyanî nîşan da. Wezaretê diyar kir, ew hemû cureyên êrîşên li ser saziyên dîplomatîk ên li paytext Bexda û Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, helwesta Iraqê derbarê parastina nûnertiyan de "neguhêr" e û weha hat gotin: "Em her cure êrîşekê li ser nûnertiyên dîplomatîk û konsulxaneyan red dikin. Em biryardar in ku li gorî pêbendbûnên navdewletî, jîngeheke aram ji bo berdewamiya karê wan û bicîhanîna erkên wan peyda bikin."
Wezareta Derve ya Iraqê tekez kir jî, desthilatdarên Iraqê dê li ser her êrîşekê bi hûrgulî bisekinin û lêpirsînê bidin destpêkirin. Hat ragihandin ku dê rêkarên yasayî li hemberî her kesekî ku peywendiya wî bi van êrîşan re hebe, werin girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em pabendî parastin û asayîşa konsulxaneyan in, da ku rê li dubarebûna êrîşan bigirin. Armanca me parastina peywendiyên Iraqê yên ligel welatên cîhanê ye."