Îmarat: Me zêdetir ji 1600 mûşek û dronên Îranê êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand ku, Îranê tenê îro neh mûşekên balîstîk û 35 dron avêtine welatê wan, piraniya wan jî berî ku bigihîjin armancên xwe hatine êxistin. Wezareta navbirî amara giştî ya êrîşên Îranê ji destpêka şer heta niha jî belav kir, ku zêdetir ji 1600 mûşek û dronên Îranî hatine êxistin.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê, ji destpêka êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê ve, 262 mûşek hatine avêtin; 241 ji wan hatine pûçkirin, 19 ji wan li nav deryayê ketine û tenê 2 mûşek bi armancên xwe ketine. Herwesa 1475 dron jî hatine avêtin; 1385 ji wan li asmanî rê lê hatiye girtin û 90 dron li nav axa wî welatî ketine. Herwesa heşt mûşek jî hatine avêtin û her hemî hatine êxistin.

Ev êrîş heta niha bûne sedema kuştina şeş welatiyên Îmaratî, Pakistanî, Nîpalî û Bengiladişî. 122 kes jî birîndar bûne, ku birînên wan sivik û navincî ne û ji 24 dewletên cuda ne, wekî Îmarat, Misir, Iraq, Sûdan, Filistîn û yên din.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê tekez jî kir ku, ew bi tevahî amade ye ku bersiva her gefekê bide û serwerî û ewlehiya welatê xwe biparêze. Herwesa ragihand ku, ew dê bi tundî li beranberî her bizavekê rawestin ku armanca wê têkdana tenahiya welatê wan be.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.