Sîpan Hemo wekî Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê dest bi kar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileya 2026ê ya di navbera Kurdan û Hikûmeta Şamê de, Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo bi rengekî fermî wekî Cîgirê Wezîrê Berevaniyê ji bo Karûbarên Devera Rojhilat dest bi kar kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Sêşem, 10 Adara 2026ê) ragihand ku, Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo bi rengekî fermî erkê xwe wekî Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê ji bo devera rojhilat wergirt.
Ev pêngav jî wekî parek ji bicihanîna peymana di navbera HSD û Şamê de û bizavek ji bo bicihanîna tenahiya deverê tê wesfkirin.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Sîpan Hemo, ku yek ji serkirdeyên navdar ên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, bi rengekî fermî ragihand ku wekî Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê ji bo Karûbarên Devera Rojhilat dest bi karê xwe kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê amaje da wê yekê jî ku, ev pêngav tekezkirina pabendbûna hemî aliyên Sûriyeyê ji bo piştgirîkirina ewlehî û tenahiyê li deverê ye.
Navenda navbirî di wê daxuyaniyê de ron jî kir ku, wergirtina vê posta leşkerî ya bilind ji aliyê Sîpan Hemo ve di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Çileya 2026ê ya di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyeyê de ye.
HSDê tekez jî kir ku, ev destnîşankirin wan bizavên hevpar nîşan dide yên ku ji bo rûbirûbûna qebxwaziyên ewlehiyê û şerê li dijî terorê tên kirin, herwesa dibe sedema hêsankariyan ji bo pêvajoyên avedankirinê û pêşxistina berdewam li deverê, tevî parastina berjewendiyên hemî welatiyên Sûriyeyê û hevahengiya neteweyî li ser asta bilind a serkirdetiya leşkerî ya wî welatî.