Îsraîlê çend dîplomatkarên Îranî li Beyrûtê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Îranê li Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî bi rengekî fermî kuştina çar dîplomatkarên payebilind ên welatê xwe di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser hotêlekê li paytexta Libnanê de ragihand.

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî Emîr Seîd Îrevanî îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, çar dîplomatkarên Îranî di encama êrîşeke Îsraîlê ya li ser hotêlekê li bajarê Beyrûtê de hatine kuştin.

Emîr Seîd Îrevanî ron jî kir: Îsraîlê li roja Yekşemê ya borî êrîşeke terorîstî ya bi zanebûn li ser Hotêla Ramadayê li bajarê Beyrûtê pêk anî û di encamê de çar dîplomatkar hatin kuştin.

Navên dîplomatkarên kuştî:

- Mecîd Hesenê Kenser

- Elîreza Bêazar

- Huseyîn Ehmedlû

- Ehmed Resûlî

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.