Êrîşeke asmanî li ser baregeheke Heşda Şeibî hate kirin: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya El-Qa'im a parêzgeha Enbarê, baregeheke Heşda Şeibî ya li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê rastî êrîşeke asmanî hat. Di encamê de endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderekî ewlehiyê îro 11ê Adarê ragihand, baregeheke hêzên Heşda Şeibî ya li navçeya El-Qa'imê rastî bombebaraneke asmanî hatiye. Navçeya El-Qa'im li rojavayê parêzgeha Enbarê û li ser xeta sînorî ya navbera Iraq û Sûriyeyê ye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, firokeyên şer rasterast baregeha Heşda Şeibî hedef girtine. Di encama vê bombebaranê de endamekî Heşda Şeabî jiyana xwe ji dest daye û 5 endamên din jî birîndar bûne. Heta niha bi awayekî fermî nehatiye aşkerekirin ka ev êrîş ji aliyê kîjan welatî ve hatiye kirin.

Ev êrîş di demekê de pêk tê, di van rojên dawî de gelek baregehên Heşda Şeibî li parêzgehên Enbar, Diyale, Babil û Neynewayê dibin armanca firokeyên nenas. Di wan êrîşan de gelek ziyanên canî û madî çêbûne.

Çavdêrên siyasî destnîşan dikin ku ev êrîş beşek ji aloziya berfireh a herêmê ne, ku di navbera Amerîka-Îsraîl û komên nêzî Îranê de diqewimin. Hevdem ligel van êrîşan, derdora firokxaneyên Bexda û Hewlêrê jî car bi car bi mûşek û dronan têne armancgirtin.