Senatorekî Amerîkî plana Trump a şerê li dijî Îranê aşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê naskirî yê Partiya Demokratan Christopher Murphy perde ji ser hûrgiliyên plana îdareya Donald Trump a ji bo destpêkirina şerê li dijî Îranê rakir û ew plan wekî "netemam" pênase kir.
Murphy piştî beşdarbûna di civîneke girtî û nehênî de, ku du saetan li ser pevçûnan berdewam kir, ragihand: "Hemû civîn li pişt deriyên girtî tên kirin, ji ber ku Trump nikare bi awayekî aşkere parastina vî şerî bike."
Wî senatorî matmayîna xwe derbarê xaleke planê de anî ziman û got: "Dibe ku xala herî girîng ev be ku armancên şer, jinavbirina bernameya çeka atomî ya Îranê li xwe nagirin." Ev di demekê de ye ku Trump di daxuyaniyên xwe yên giştî de, her tim wekî armanceke sereke behsa wê dike. Murphy sedema vê yekê vedigerîne ser wê ku êrîşên asmanî şiyana wan tune ye ku bi temamî amûr û dezgehên atomî yên Îranê ji nav bibin.
Li gorî gotinên Murphy, îdareya Trump piştrast kiriye ku "guhertina rejîmê" di karnameya vî şerî de tune ye. Murphy bi tundî rexne dike û dibêje: "Dê bi sedan mîlyar dolarên bacderan werin xerckirin û hejmareke mezin a Amerîkiyan werin kuştin, lê li dawiyê dê rejîmeke hîn tundrewtir û dij-Amerîkîtir li ser desthilatê bimîne."
Derbarê armancên li ser erdê de, Murphy eşkere kir ku plan tenê li ser jinavbirina kargehên mûşek, belem û dronan digire nav xwe. Lê gava wî ji berpirsên serbazî pirsî ye: "Dê çi bibe gava hûn bombebaranan rawestînin û Îran dest bi berhemanîna çekan bike?", bersiv tenê "bombebarana zêdetir" bûye. Murphy ev yek wekî "şerekî ku hîç bidawî nabe" binav kir.
Herwiha Senatorê Demokrat bal kişand ser kêşeyeke stratejîk û got: "Ti planeke zelal a berpirsan ji bo Tengava Hurmizê tune ye. Ez nikarim bikevim hûrgiliyan, lê tenê dibêjim; niha nizanin gava Tengava Hurmizê were girtin, dê çawa bi ewlehî vekin." Murphy ev kêmasî wekî "karesateke nayê lêborîn" pênase kir, ji ber ku li gorî wî ev kêşe %100 dihat pêşbînîkirin.