ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), bi boneya 22emîn salvegera Serhildana 12ê Adara 2004an daxuyaniyek belav kir û tê de bang li Rêveberiya Veguhêz a li Şamê kir ku ji bo çareserkirina doza Kurd dest bi diyalogeke cidî bike.

ENKSê îr0 11ê Adarê di daxuyaniya xwe de ragihand, di 12ê Adara 2004an de, gelê Kurd li bajarê Qamişlo piştî komkujiya li yarîgehê li dijî sitemkarî û zilmê serî hilda. Ev serhildana ne tenê bûyereke asayî bû, lê belê qîrîna redkirina siyasetên cudakarî û daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî de bû.

Roja Şehîdên Kurdistanê

ENKSê ev roj wekî "Roja Şehîdê Kurd" pênase kir û tekez kir, qurbaniyên vê serhildanê, ji bo tevahiya Sûriyeyê şehîdên azadî û rûmetê ne. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em careke din pabendbûna xwe bi dûrketina ji zimanê kîn û nefretê, çespandina nirxên hevwelatîbûnê û pejirandina diyalogê wekî rêya tekane ya çareserkirina kêşeyên niştimanî nû dikin."

Daxwazên siyasî yên ji bo Rêveberiya Şamê

Di warê siyasî de, ENKSê bang li Rêveberiya Veguhêz  a li Şamê kir ku:

- Ji bo çareserkirina doza Kurd wekî dozeke niştimanî ya sereke, ligel nûnerên gelê Kurd dest bi diyalogeke cidî bike.

- Hemû bandorên siyastên cudakar ên bi dehsalan li dijî Kurdan hatine kirin, werin rakirin.

- Dawî li guhertina demografîk were anîn û vegera ewle ya awareyan bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî were misogerkirin.

- Çarenivîsa windayan were aşkerekirin û girtî werin berdan.

Yekrêziya helwesta Kurdî

ENKSê bal kişand ser dersên dîrokî yên serhildanê û girîngiya yekrêziya navmala Kurd û tekez kir ku divê ti aliyek bi tena serê xwe biryarên çarenivîsî derbarê paşeroja gelê Kurd de negire û pêwîst e helwesteke yekgirtî ya Kurdî li hemberî pêşhatên li welat hebe.

Banga ji bo bîranînê

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji gelê Kurdistanê kir ku bi şêweyeke bi heybet salvegera serhildanê bibîr bînin:

- 11ê Adarê: Êvarê vêxistina mûman.

- 12ê Adarê: Saet di 11:00an de li cihên giştî ji bo rêzgirtina li giyanê şehîdan, 5 xulek bêdeng were rawestandin.