Erdogan: Ji ber şiroveyên şaş, navçe di nava bêhna xwîn û barûtê de maye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ji ber hesabên şaş û handana komeke "xwînmij", navçe careke din bi bêhna xwîn û barûtê hatiye dagirtin. Erdogan tekez kir, ew ê rê nedin ti hêzeke navxweyî yan dervayî îradeya welatê wan têk bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya li Perlemantoya Tirkiyeyê de gotarek pêşkêş kir. 

Erdogan derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn û şerê li dijî Îranê de aşkere kir, ev şerê bi handana Îsraîlê dest pê kiriye, ziyaneke mezin gihandiye aboriya cîhanê.

Erdogan got: "Di dema ku derfeta çareserkirina kêşeyan li ser maseya dîyalogê hebû, lê ji ber hesabên şaş û handana komeke xwînmij, navçeya me careke din bi xwîn û barûtê hate dagirtin. Di roja yekem a êrîşan de, mixabin 175 keçên xwendekar di dibistaneke seretayî de hatin kuştin. Heta niha hejmara qurbaniyan li Îranê gihîştiye 2 hezar kesan û gelek berpirsên payebilind û rêberên olî jî hatine terorkirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşn kir ku welatê wî di dema tengasiyê de pişta xwe nade dostên xwe. Herwiha aşkere kir, ji bo rêgirtina li berfirehbûna şer, wî heta niha zêdetirî 20 peywendiyên telefonî ligel serokên Îran, Amerîka û welatên navçeyê encam dane.

Erdogan bersiva lobiya dij-Tirkiye û medyaya navdewletî jî da û got: "Tirkiye ne welatekî asayî ye. Her kesê bixwaze rûmeta vê gelî bişkîne, dê mîna bûyerên 15ê Tîrmehê (derbeya leşkerî) were têkbirin. Îro Tirkiye bi projeya 'Tirkiyeya bêteror' û pîşesaziya parastinê, ji duh gelekî bihêztir e. Her kesê destê xwe ber bi Tirkiyeyê dirêj bike, dê destê wî bisoje."

Erdogan di dawiya gotara xwe de destnîşan kir, ew naxwazin navçe di nava şer de be, lê her aliyê çavê xwe berdabe serweriya Tirkiyeyê, dê bersiveke tund werbigire.