Trump: Şerê bi Îranê re li demeke nêzîk bi dawî tê

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê di nûtirîn daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, mimkin e şerê li dijî Îranê li demeke nêzîk biqede. Li gorî gotina wî, tu tiştek nemaye ku bê armanckirin. Di eynî demê de, Serokê Amerîkayê ew şer wekî baca Tehranê ji bo 47 salên kuştin û wêrankirinê wesf kir, tevî wê yekê ku rayedarên leşkerî hîn plana berdewamkirina şer heye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) ji ajansa nûçeyan a Axiosê re amaje da wêranbûn û lawazbûna bi tevahî ya jêrxaneya leşkerî ya Îranê û ragihand: Tenê hin tiştên biçûk li hin cihan mane. Her gava min viya vî şerî bi dawî bînim, ew dê bi dawî bibe. Ev jî wekî nîşanekê ku artêşa Amerîkayê piraniya armancên xwe yên stratejîk di hundirê Îranê de hingaftine.

Tevî vê daxuyaniya piştrastker a Serokê Amerîkayê, pêşveçûnên leşkerî senaryoyeke din nîşan didin. Li gorî zanyarên ajansa Axiosê, rayedarên payebilind ên Amerîka û Îsraîlî tekez dikin ku heta niha tu biryareke fermî ji bo rawestandina wî şerî û agirbestê nehatiye dayîn. Herwesa planên leşkerî jî bi rengekî hatine danan ku, pêşbînî tê kirin ku êrîş û bombebaran herî kêm ji bo dema du hefteyên din jî berdewam bin.

Trump di pareke din a gotinên xwe de jî got: Îranê dixwest ku tevahiya Rojhilata Navîn dagir kiriba, lê niha baca 47 salên kuştin û wêrankirinê dide, ku ew bi xwe sedem bû.

Serokê Amerîkayê bi toneke tund û yekalîker peyamek arasteyî Tehranê kir û tekez kir ku, ev operasyona leşkerî pêvajoyeke tolhildanê ye û bi eşkereyî ragihand ku, ew wesa bi hêsanî jê dernekevin û jê rizgar nabin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.