Oman bo Îranê: Êrîşên xwe yên li ser welatê me rawestînin

Heysem bin Tariq û Mesûd Pizîşkiyan
Heysem bin Tariq û Mesûd Pizîşkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Siltanê Omanê bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê re axivî, di wê peywendiyê de êrîşên berdewam ên ku li ser axa wan tên kirin şermezar kirin û tekez kir ku welatê wî dê hemî rêkarên pêdivî bi cih bîne da ku ewlehî û tenahiya xwe biparêze.

Siltanê Omanê Heysem bin Tariq îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re axivî û pê re behsa têkiliyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêkarên pêşxistina wan hat kirin. Her du aliyan herwesa pêşketinên dawiyê yên deverê û ew bizavên ku ji bo kêmkirina aloziyan tên kirin nîqaş kirin.

Di pareke din a nîqaşan de, her du aliyan tekez li ser girîngiya rawestandina aloziya leşkerî û bikaranîna zimanê diyalog û dîplomasiyê kir, da ku deverê ji encamên şer dûr bixe, ku li ser ewlehî û tenahiya welatan gef e.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.