CENTCOMê haydariyeke tund û lezgîn da welatiyên Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêşketineke nû ya şer de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) haydariyeke tund û lezgîn da welatiyên sivîl ên Îranî ku, tavilê ji wan benderan dûr bikevin ên ku hêzên deryayî yên Îranê lê hatine binecihkirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de rasterast ji karkerên benderan, karmendên birêvebirinê û hemî tîmên li ser keştiyên bazirganiyê yên Îranê xwest ku bi tu rengan nêzîkî keştiyên deryayî û kelûpelên leşkerî yên wî welatî nebin.
CENTCOM di wê daxuyaniyê de sedema vê biryarê ji bo wê yekê vegerand ku, Îran bi rengekî berdewam benderên sivîl ên li Tengava Hurmizê ji bo bicihanîna operasyonên leşkerî bi kar tîne.
Çavkaniya navbirî amaje jî da ku, ev pêngavên Tehranê ne tenê ji bo hatin û çûna keştîvaniyê ya navneteweyî gefek cidî ye, belkî karekî xeter e û rasterast jiyana mirovên bêguneh û welatiyên sivîl dixe xeterê.
Di pareke din a peyama xwe de û wekî hincetekê ji bo her êrîşeke çaverêkirî, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê eşkere kir ku xwe spartiye qanûnên karpêkirî yên şer û ragihand: Ew benderên sivîl ên ku ji bo armancên leşkerî tên bikaranîn parêzbendiya xwe ya qanûnî winda dikin û li gorî qanûnên navneteweyî dibin armancên leşkerî yên rewa.
Ev jî nîşaneke eşkere ye ku, hêzên Amerîkayê xwe ji lêdan û wêrankirina wan dezgehên sivîl nadin paş, ên ku artêşa Îran wekî mertal an bingehên operasyonan bi kar tîne.