Dîplomatekî Îranî rastiya birîndarbûna Mucteba Xameneyî aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên medyayê zanyariyên nû derbarê rewşa tenduristiya Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî de aşkere dikin ku ew di roja yekem a şer de, di heman êrîşa ku bavê wî tê de hatî kuştin de, birîndar bûye.

Jêderekî agahdar ji tora "CNN" re ragihand, Mucteba Xameneyî (56 salî), di encama êrîşeke asmanî de, lingê wî şikestiye û hinek birînên sivik li ser rûyê wî, bi taybetî li derdora çavê wî yê çepê, çêbûne.

Balyozê Îranê yê li Qibrisê Elî Reza Salariyan di daxuyaniyeke taybet de ji bo rojnameya "Guardian" a Brîtanî, birîndarbûna Mucteba Xameneyî piştrast kir. Salariyan diyar kir, rêberê nû di heman êrîşê de birîndar bûye ku tê de bavê wî Elî Xameneyî û pênc endamên din ên malbata wan hatibûn kuştin.

Balyozê Îranî herwiha aşkere kir, sedema derneketina Mucteba Xameneyî di medyayê de û pêşkeşnekirina ti gotarekê piştî destbikarbûna wî, ji bo têkçûna rewşa wî ya tenduristiyê û birînên wî vedigere. Herwiha got: "Ez bawer nakim ku ew niha di rewşeke wiha de be ku bikaribe gotarekê pêşkêş bike."

Ji aliyê din ve, kurê Serokkomarê Îranê, Yusif Pizîşkiyan, ji ajansa "ISNA" re axivî û anî ziman ku nûçeyên derbarê birîndarbûna Xameneyî gihîştine wan. Lê belê Pizîşkiyan hewl da rewşê asayî nîşan bide û got: "Rewşa tenduristiya Rêberê Bilind ê nû baş e û ti nîgeraniyek tune ye."