Enqere: Binkeya Încîrlîkê milkê Tirkiyeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê derbarê nîqaşên ser Binkeya Asmanî ya Încîrlîkê de ragihand, ev binke bi temamî milkê Komara Tirkiyê ye. Herwiha wezaretê aşkere kir, ji ber gefên mûşekî yên Îranê, sîstema Patriot li Meletiyê hatiye bicihkirin.
Wezareta Berevaniyê îro 12ê Sibarê tekez kir, Binkeya Asmanî ya Încîrlîkê ku li Edeneyê ye, ser bi Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ye û got: "Hebûna leşkerên Amerîka, Îspanya, Polanda û Qeterê di nav binkeyê de, tenê di çarçoveya peymanên hevkariya navneteweyî û erkên NATOyê de ye. Ev yek nayê wê wateyê ku ew xwediyê binkeyê ne."
Ji ber zêdebûna rageşiya navbera Îran û Îsraîlê, Enqereyê tedbîrên xwe yên ewlehiyê bilind kirine. Wezareta Berevaniyê aşkere kir, piştî avêtina du mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve – ku ji aliyê sîstemên berevaniyê yên NATOyê ve hatibûn rûxandin – biryar hatiye girtin ku sîstema berevaniyê ya Patriot li bajarê Meletiyê were bicihkirin.
Her wiha hat ragihandin, ji bo rûbirûbûna gefên dron û moşekan, hêzên berevaniya asmanî yên li Bakurê Qibrisê (KKTC) jî hatine zêdekirin û xurtkirin.
Derbarê bikarneyanîna sîstema Rûsî ya S-400an li hemberî mûşekên dawî, wezaretê diyar kir: "Sîstema berevaniya asmanî ya Tirkiyê ji çend qatan pêk tê û bi tora berevaniyê ya NATOyê ve girêdayî ye. Ev tora entegre bi awayekî otomatîk û di demeke pir kurt de, amûra herî guncaw û bilez ji bo têkbirina gefan hildibijêre."
Binkeya Încîrlîkê di nav stratejiya NATOyê ya Rojhilata Navîn de, xaleke herî girîng e. Bicihkirina sîstema Patriot li Meletiyê û xurtkirina hêzên li Qibrisê, nîşaneya nîgeraniyên kûr ên Tirkiyeyê ne derbarê şerê mûşekî yê li herêmê.