Peyama Rêberê Îranê yê nû
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Îranê yê nû di gotara xwe ya yekê de wekî Rêberê Îranê ragihand: Divê gelê Îranê ji girtina Tengava Hurmizê feydeyî wergire. Ez spasiya serbazên Eniya Miqawemeyê dikim. Eniya Miqawemeyê ya Iraqê dê eynî têkoşînê bidomîne.
Mucteba Xamineyî îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand: Divê Tengava Hurmizê girtî bimîne û hemî şkestina dijmin bibînin, herwesa divê xelk li ser cadeyan bimîne. Em dixwazin me bi welatên deverê re têkiliyên baş hebin. Divê welatên deverê bingehên Amerîkayê li welatên xwe bigirin. Rûniştina li ser kursiya Xumeynî û Xamineyî ji bo min ne karekî hêsan e.
Mucteba Xamineyî herwesa got: Divê hemî xelkê Îranê bibe yek û li meydanan bimînin û berdewam bin. Divê ew ji girtina Tengava Hurmizê feydeyî werbigirin. Ez spasiya serbazên Eniya Miqawemeyê dikim. Eniya Miqawemeyê ya Iraqê dê eynî têkoşînê bidomîne.
Rêberê Îranê yê nû herwesa got: Xelkê Îranê dijminên xwe matmayî kirin. Em dê tola windakirin û kuştina xelkê Îranê hilînin.
Mucteba Xamineyî amaje jî da ku, divê birîndarên van êrîşan bê pere çareseriyên guncayî werbigirin û ji hin destkeftiyên din jî feydeyî werbigirin, heya ku rewşa heyî destûrê dide, divê pêngavên pêdivî û diyarkirî bên avêtin û bicihanîn, da ku zirarên darayî yên ku gihîştine cih û milkên xelkî bên qerebûkirin.
Navbirî tekez jî kir: Gotinên min ji bo serok û berpirsên bibandor ên hin welatên deverê ne. 15 welat bi rêyên bejahî û avî cîranên me ne û me her tim têkiliyên germ û avaker bi hemiyan re xwestine.