Larîcanî: Em dê bi nîv saetê deverê tarî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî di peyamekê de li ser êrîşkirina li ser çavkaniya elektrîka Îranê ya Tehranê bersiva Trump da û got: Em dê bi nîv saetê deverê tarî bikin.

Piştî ku Donald Trump gef kirin û ragihand ku ew dikare di yek saetê de elektrîka Îranê qut bike lê wesa nake; Elî Larîcanî îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) di derheqa wan gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump de li ser tora civakî ya Xê bi zimanê Erebî peyameke kurt belav kir û got: Heke tu wî karî bikî, em dê tenê di dema nîv saetê de tevahiya deverê tûşî tarîtiyê bikin.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê herwesa nivîsandiye: Tarîkirina deverê dê ji bo nêçîrkirina serbazên reviyayî yên Amerîkî derfeteke baş be.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.