Artêşa Pasdaran: Tengava Hurmizê dê girtî bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Îranê ragihand: Em pabendî fermanên Rêberê Bilind in û Tengava Hurmizê dê girtî bimîne.

Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Îranê Elîreza Tengesîrî piştî peyama rêberê nû yê welatê xwe Mucteba Xamineyî li ser tora civakî ya Xê peyamek weşand û tê de nivîsî: Em dê bi girtina Tengava Hurmizê gurzê herî bihêz li dijminan bidin.

Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) peyama xwe ya yekê bi rengekî nivîskî belav kir û naveroka wê di televizyona fermî ya Îranê de hat xwendin, ku di pareke wê de ragihandiye: Divê Tengava Hurmizê girtî bimîne û feyde ji wê girtinê jî bê dîtin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.