Asayîşa Hewlêrê haydariyek da welatiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Asayîşa Hewlêrê ji welatiyan dixwaze ku, di dema bûyeran de dîmenên kamerayên çavdêriyê ji xetên germ re bişînin.
Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand: Ji bo parastina ewlehiya neteweyî û li gorî rênimayên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, em welatiyên xweşevî haydar dikin ku her welatiyekê vîdyoyên kamerayên çavdêriyê yên cihên bûyeran belav bike, em dê rêkarên qanûnî li dijî wî bi cih bînin û ew dê li beranberî qanûnê berpirsyar be.
Asayîşa Hewlêrê tekez jî kir: Herwesa her kesekê wan vîdyoyan bide kanalên medyayê, an biçe cihên bûyeran û wêneyan jê re bigire an weşana zindî veke, dê li beranberî qanûnê berpirsiyar be.
Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê daxwaz jî kir ku, di dema hebûna her bûyerekê an şandina faîlên vîdyo û zanyaran de, welatî dikarin bi xeta germ re têkiliyê daynin.
066106
07502522728
Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her îro du hejmarên telefonan û çend rênima belav kirin û welatî haydar kirin ku, ji bo parastina ewlehiya neteweyî û pêşîgirtina li her encameke neyînî, vîdyoyên ketin û avêtina dronan li ser torên civakî belav nekin.
Daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyaran
Em hemî dezgehên medyayê (navxweyî û biyanî) û welatiyên xweşevî haydar dikin ku, ji bo parastina ewlehiya neteweyî û pêşîgirtina li her encameke neyînî, divê ew hemî pabendî van rênimayên jêrîn bin:
Ya yekê: Her kesekê ku vîdyoyên ketin an avêtina dronekê bikişînin bila tenê ji bo van hejmarên li jêr bişîne.
+964 751 504 8007
+964 750 155 8788
Ji ber ku bi hemî awayan qedexe ye ku ew vîdyo bi medyayan bên dayîn an li ser rûpel û hesabên şexsî bên belavkirin. Wekî din, binpêker dê rûbirûyî darizandinê bibin.
Ya duyê: Nêzîkbûna ji bo wan cihên ku hatine armanckirin an kişandina wêneyan û weşandina dîmenên wan bi her awayekî qedexe ye.
Ya sêyê: Divê dezgehên ragihandinê bi berpirsiyariya herî mezin tevbigerin û cihên bûyeran eşkere nekin. Her kanalek ku pabend nebe dê rastî rêkarên qanûnî yên tund bê.