Artêşa Îsraîlê: Me dest bi qonaxeke din a êrîşên li ser Tehranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja 14emîn a şer de, rêzeteqînên bihêz paytextê Îranê Tehran hejand. Artêşa Îsraîlê ragihand, wan qonaxeke nû ya êrîşên berfireh li ser binesaziya serbazî ya Îranê daye destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê îro 13ê Adarê di daxuyaniyekê de aşkere kir: "Me pêleke nû û berfireh a lêdanan dest pê kiriye ku binesaziya rejîma Îranê li seranserê Tehranê dike armanc." Li aliyê din, medyaya Îranê ragihand, dengê teqînên pir bihêz û firokeyên şer li bajarê Kerecê (li rojavayê Tehranê) hatiye bihîstin.

Li gorî zanyariyên artêşa Îsraîlê, tenê di duh de zêdetirî 200 armanc li navend û rojavayê Îranê hatine armancgirtin. Îsraîl dibêje, firokeyên wan ên şer 20 êrîşên mezin pêk anîne û di encamê de sekoyên avêtina mûşekên balîstîk, sîstemên berevaniya asmanî û kargehên berhemanîna çekan hatine rûxandin.

Ev şer di roja şemiyê, 28ê Sibata 2026an de bi êrîşeke hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kiribû. Di encama wê êrîşê de, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî hatibû kuştin.

Ji wê demê ve, Tehran bi rêya mûşek û dronan bersiva êrîşan dide û Îsraîl û çend welatên navçeyê dike armanc. Ev yek bûye sedem ku rageşiya li Rojhilata Navîn bigihe lûtkeyê û navçe rûbirûyî nearamiyeke mezin û metirsîdar bibe.